Sibat 11, 2021 20:53 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Me hîna ti niyeteke xêr ji rêveberiya nû ya Amerîkayê nedîtiye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tehranê hîna ti niyeteke qenc ji rêvebirîya nû ya Amerîkayê nedîtiye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro li merasima behrewergirtina ji projên nexweşxanan ên Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizîşkî diyar kir: Ger rêveberiya nû ya Amerîkayê di dirûşmên xwe de rastbêj bibe, bê derengî wê riya nû bide despêkirin û pirsgirêkan ji hyolê rake.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi cinayetên serokomarê berê yê Amerîkayê Donald Trump kir û got: "Divê rêvebiriya nû ya Amerîkayê bifikire ka dê çawa van cinayetan cebran bike, ji ber vê yekê divê bi tevahî ji riya rêvebiriya berê vegere."

Rûhanî destnîşan kir ku zexta herî zêde ya li ser gelê Îranê têk çûye û got: "Kiryara hukûmeta amerîka girîng e, ji ber vê yekê divê em di pratîkê de bibînin ka ew çi dikin û ew çawa tawanên hukûmeta berê telafî dikin."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku di dema rejîma berê de, li Îranê nêzîkê 50,000 nivînên nexweşxane û 13,000 Pizîşk çalak bûn û di dewamê de got: "Piştî 42 salan ji serketina Inqilaba Îslamî; di warê tenduristiyê de, Îran hema bêje di pileya welatên pêşkeftî de ye û li gorî welatên li ber pêşkeftinê pêşeng e.

Serepeyv