Alîkarê taybet ê Meclisa Şêwra Îslamî beşek ji peyama rêberê Înqilaba Îslamî bo Pûtîn eşkera kir
Alîkarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di Karûbarên Navneteweyî de beşek ji hûrguliyên nama stratejîk a Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê ya ji serokkomarê Rûsiyayê re eşkera kir.
Alîkarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di Karûbarên Navneteweyî Husên Emîr-Ebdullahiyan îro li hevpeyvîna bi malpera KHAMENEI.IR re bal kişand ser bama rêberê mzin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê ji bo serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û got: Roja Îro, ramanên Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, wekî yek ji pisporên xwedan têgihiştina geometriya têkiliyên navneteweyî û siyaseta cîhanê, di warê têkiliyên navneteweyî de têne hesibandin û nexşeyên rê yên ku wî di navneteweyî de xêz kirine wekî îdeyên nû li organîzekirina pergala nû a cîhanê tên çopandin.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî tekez dike ku di siyaseta derve de, divê em bi rengek hevseng tevbigerin; Wateya vê yekê ew e ku ne polîtîkaya Rojhilat û ne jî ya Rojavayî ji bo parastina serxwebûnê were bikaranî û di vî halî de divê em têkiliyên xwe yên derve bi tevahiya cîhanê re biparêzin.
Şêwirmendê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Karûbarên Navneteweyî diyar kir ku bê guman sedsala 21-an a Asya ye û got: Sefera serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bo Rûsyayê di demekê de ye ku rêveberiya nû ya Amerîkayê, peyameke ji bo YeHevpeymanê Îranê ye ku Komara Îslamî ya Îranê zêde ji viya bi hêviya lîsti8kên lîstika Qesra Spî derheq Rêketina Navokî namîne.
Emîr-Ebdullahiyan got: "Di peyama Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî de ji Pûtîn re xalên girîng û tekûz hebûn ku ji bo Rûsan ji ber pêwendiyên nû yên navneteweyî bona qahêmkirina têkeliyên stratejîk û berdewam ên du welatan girîng bû. "
Alîkarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di Karûbarên Navneteweyî diyar kir ku ji ber dîtina erênî ya Rûsan derbarê komara Îslamî ya Îranê wekî qaweteke girîng li navçê, li kêleka Îranê xwediyê ezmûnek baş in û got: "Bala xwe dayîna ezmûna erênî ya hevkariya Îran-Rûsiya di alîkariya bo Sûriya tevî dijberiya Amerîkayê, yek ji wan mijaran e ku nîşan dide ku her du welat dikarin ezmûnên hevkariyê yên serkeftîtir tomar bikin.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê roja Duşema borî, peyameke girîng ji Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî ji Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin re bir û ew pêşkêşî Serokê Dûma Dewleta Rûsî Vichislav Valudin kir da ku bigihîne Pûtîn.