Sibat 10, 2021 13:36 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Inqilaba Îslamî ya Îranê hasila têkoşînek bê rawestan  ji bo serxwebûn û şeref û rûmetê bû

Berdevkê Wezareta Karên Dereve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Inqilaba Îslamî ya Îranê hasila têkoşînek bê rawestan ji bo serxwebûn û şeref û rûmetê bû

Li gor Dayira Giştî ya Ragihandin û Berdevkiya Wezareta Karên Dereve, Seîd Xetîbzade berdevkê Wezareta Karên Dereve ya Komara Îslamî ya Îranê îro Çarşemê di salvegera serketina Inqilaba Îslamî ya Îranê de li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Bi serketina Inqilaba Îslamî, destkeftiyên mezin hatine bidestxistin û ev pêvajo dê berdewam bike heya ku îdeal pêk werin.

Berdevkê Wezareta Karên Dereve ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo kesên ku ji bo pêşkeftina Îrana Îslamî fîdakarî  kirine û qurbanî dane rêz û hurmet girt.

Îro Çarşemî, 22 Behmena 1399 KT, hevdeme digel 10ê Sibata 2021, 42-emîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî ya Îranê ye.
Inqilaba Îslamî ya Îranê bi rêberîtiya Îmam Xumeynî di 11ê Sibata 1979an de bi ser ket.

Serepeyv