Destpêka vaksînlêdana korona li Îranê
Îro sêşemê lêdana vaksîna Koronayê li Îranê bi fermî despê kir.
Li gorî IRNAyê, Vaksînasiyona Koronayê îro Sêşemê bi karanîna vaksîna "Sputnik V" ya Rûsî bi fermana Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî destpê kir.
Kiyanûş Cehanpûr, berdevkê Rêvebiriya Rêxistina Xwarek û Derman a Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê, di destpêka vaksînlêdana Korona li Îranê got: "Vaksînasiyona Koronayê li Îranê dê bi hezar kes di rojê de dest pê bike û dûv re jî bi awakî berbiçav zêde bibe û bigihîje asta herî zêde. "
Kiyanûş Cehanpûr herwiha got: Vaksîn di destpêkê de ji kesên ku testa wan a PCR-ya erênî re tune tê dayîn, lê bi gelemperî ti qedexeyeke vaksînlêdana ji kesên ku berê bi Koronayê ketine tineye.
Yekem barê vaksîna corona Rûsî ya bi navê "Sputnik V" roja Pêncşemê ji Îranê re hate şandin.
Aşiya rûsî "Sputnik V" li zêdetirî 16 welatan hatiye tomar kirin ku Îran jî di nav de ye.