Rûhanî: Karbidest dereqa vaksîna ku tînin welêt, pê bawer dikin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Gerek gel bizane ku rayedarên welêt bi ya ku dikin bawermend in û bawer dikin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, îro Sêşemê li destpêkirina vaksînasiyona neteweyî ya dijî nexweşiya Koronayê li Îranê, xetabî Wezîrê Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê, Seîd Nemekî got: Eva ku zarê we yekem kes e ku vaksîna Korona li Îranê werdigire, eva ji gişk xelkê re peyameke eşkera ye ku ger rayedarên welêt vaksînekê tînin welêt pê bawer in û berî her kesî ew bi xwe wê bikar tînin.
Rûhanî diyar kir ku wî bi xwe jî amadebûna xwe ya wergirtina vaksînê ragihandiye û got: "Bê guman, zarokê ji can hêjatir û hezkirîtir e, û Wezîrê Tenduristiyê, bi hilbijartina zarokê xwe, nîşan da ku divê gel di karanîna vaksînlêdanê de dudil nebe."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, bi qedirzanî û sipasiya ji kadroya tendirustî û nexweşxanan ji dixtor bigire heya kedkar û nêrsan û biqimet zanîna keda wan yên di vê yek sala borî di çarçêva xebata dijî nexweşiya Koronayê de her weha qedirzaniya kesên ku di anîna vaksîna Koronavirus de, nemaze Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizîşkî, Wezareta Karûbarên Derve û Banka Navendî kir û ragihand amade ye di qonaxa yekem a vaksînlêdana Neteweyî ji bo çêkirina baweriyê di nav civakê de, ewil bi xwe vê vaksînê li xwe lêxe.
Aşîkirina(vaksînlêdana) niştimanî ya Koronayê li Îranê îro Sêşemê bi karanîna vaksîna "Sputnik V" ya Rûsî bi fermana Serokê Komara Îslamî ya Îranê dest pê kir.