Sibat 08, 2021 10:52 Asia/Tehran
  • 340 qayîqên cengî û piştevan tevlî amûrên Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bûn

340 qayîq û amûrên cengî û piştevanê şêrr tevlî amûrên Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li Bender Ebasî bûn.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Rêûrisma tevlîbûna 340 qayîqên cengê û piştevanên şêrr li amûrên Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi amadebûna serdar Serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê, serdar serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Îqnilaba Îslamî, serdar Elîreza Tengsîrî fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û komeke din a berpirsên leşkerî û rêveberên welêt li Bender Ebasê hat lidarxistin.

Ev qayîq û keştî bi qabiliyeta hilgirtin û avêtina cûreyên mûşek û roketan û piştgiriya ji operasiypna xewasiyê tevlî sazimana cengê ya Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bûn.

Ev qayîqên sivik, lezmeş ş êrîşker li navendên girêdayî bi Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û bi hevkariya Wezareta Berevaniyê hatine çêkirin.

Serepeyv