Sibat 07, 2021 23:23 Asia/Tehran
  • Wezareta Dereve ya Îranê derheq kiryara wezareta derve ya Rûsyayê nerizamendiya xwe diyar kir

Berdevkê Wezareta Karên Dereve ya Komara Îslamî ya Îranê bikaranîna naveke derew ji bo Kendava Farisê ji hêla Wezareta Derve ya Rûsyayê ve protesto kir.

Li gor IRNAyê, Berdevkê Wezareta Karên Dereve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade derbarê bikaranîna navê derewîn di derheqê Kendava Farisê de li ser hesabê fermî yê Wezareta Derve ya Rûsyayê (bi Erebî), got ku Îran bi fermî li dijî vê meselê nerizamendiya xwe nîşan daye.

Xetîbzade her wiha got: "Bi riya balyozxana Îranê li Moskowayê, notek nerazîbûnê ji Wezareta Derve ya Rûsyayê re hate şandin."

Serepeyv