Pakistan 17 deryavanên Îranî serbest berdan
Sibat 05, 2021 22:52 Asia/Tehran
17 deryavanên din ên Îranî ji girtîgeha Keraçî ya Pakistanê, hatin azad kirin.
Li gorî IRNA ya îro Înê, Piştî şopandinên konsolxana Îranê li Keraçî ya Pakistanê, 17 deryavanên din ên Îranî ji zîndana bajarê Keraçî ya Pakistanê hatin azadkirin û bi riya balafira Komara Îslamî ya Îranê vegeriyan welêt.
Ev deryavanên îranî ji ber ku 4 mehên berê bi neqanûnî ketibûn nav avên Pakistanê ji hêla Ajansa Ewlehiya Deryayî ya Pakistanê ve hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
Bi berdana vê jimara deryavanan, bi tevahî 101 deryavanên îranî, ku hemî ji alîyê hêzên Pakistanî ve bi tawanbarîyek wisa hatibûn girtin, piştî şopandinên konsolosxana Îranê li Keraçiyê hatin azad kirin û vegeriyan cem malbatên xwe.