Heta îro 2ê Sibata 2021ê - Derdora miliyonek û 223 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Sibat 02, 2021 14:53 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 431 hezar û 416 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 223 hezar û 197 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6820 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 431 hezar û 416 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 72 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 58 hezar û 110 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 104 miliyon kesî.