Zerîf bi Serokê Meclîsa Bilind a Komara Xweser a Nexçivan re şêwirî
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi Serokê Meclîsa Bilind a Komara Xweser a Naxçivan re civiya û pê re gotûbêj kir.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro di hevdîtina xwe û serokê Meclîsa Bilind a Nexçivanê Wasef Talibov de, azadkirina erdên dagirkirî yên Komara Azerbaycanê ji bo Îranê sebeba dilxweşiyê da zanîn û got: Pêdivî ye ku meriv ji bo hevkariya herêmî fersendê bikar bîne da ku pêşî li dubarebûna pevçûnên bi vî rengî were girtin.
Zerîf her weha girîngiya hevkariya herêmî di warê sazkirina girêdanên riyên tranzît û veguhastinê li navçeyê de bi taybetî rola girîng a Nexçivan di vî warî de bi bîr xist.
Serokê Meclîsa Bilind a Nexçivanê Wasef Talibov jî li vê hevdîtinê bi pêşkêşkirina raporek li ser rewşa hevkariya Nexçîvan bi Îranê re di warê bazirganî û danûstandinên kehrebayê de û li ser meselên çandî, nemaze zimanê Farisî, amadebûna Naxçivan di warên rêhesin û tranzît, rê, gumrik û dezgehên ji bo pejirandina kelûpelên tranzît ji bo pêşxistina hevkariya herêmî tekez kir.
Mijarên jîngehê yên Arasê, çareseriya pirsgirêkên îraniyên rûniştiyê Nexcivanê û kursiyek ji bo zimanê Farisî li Zanîngeha Dewletê ya Naxçivan mijarên din bûn ku di civînê de hatin gotûbêj kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja şemiyê di çarçova serdana xwe ya herêmêbona gotûbêjên bi karbidestên Komara Xweser a Naxçivan re sefera vê navçê kir.