Serdana Zer'f bo Komara Xweser a Naxçivan
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê derbasî Komara Xweser a Nexçivan bû.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf, îro dema gihişt Komara Xweser a Naxçivan, got: "Nîqaşên li ser melzûmat û îmkanên tranzît û derbasbûnê û mercên hevkariyê li herêmê di çarçova aşitiyek mayînde li navçeyê piştî bidawîbûna şerê Qerebax dê bibe yek ji mijarên sereke ya gotûbêjan di vê serdanê de."
Zerîf îro bi Serokê Meclîsa Bilind a Nexçivan Wasif Talibov re jî civiya.
Wezîrê Derve yê Îranê di seredana xwe ya herêmî bo pênc welatên navçê de serdana Komara Azerbaycan, Rusya, Ermenistan, Gurcistan û Tirkiye kir.
Di van seferan de, Zerîf bi serok û karbidestên payebilind ên van welatan re civiya û li ser têkiliyên dualî û hevkariya herêmî bi wan re gotûbêj kir.