Çile 30, 2021 11:53 Asia/Tehran
  • Şêwirmendiya bazirganî ya Îran û Iraqê

Bi armanca berfirehkirina hevkariya aborî û bazirganî ya dualî, Desteya Bazirganî ya Helebçê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi karsaz û bazirganên parêzgeha Kirmanşanê ya rojavayê Îranê re şêwirî.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Pressê, şanda karsaziya Helebçê ya  parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê  roja Çarşema borî gihişte Kirmaşanê û heya duh (Înê), bi serok û endamên Odeya Bazirganî ya Kirmanşanê re gotûbêj kir û piştre serdana hin kargehên pîşesaziyê li vî parêzgeha hevsînorê Iraqê kir.

"Pêşwa Ehmed Mehmûd" serokê Odeya Bazirganî ya Helebçê li Kurdistana Iraqê, li rex îmzekirina têgihiştinnamê digel bazirganên Kirmanşanê, behsê potansiyela çandinî û geştyarî ya baş li vê parêzgehê kir ku bi Iraqê re hevsînor e û got: Esnaf û bazarganên Helebçê amade ne ku bi hevkariyê li deverên hevsînorê Îranê sermiyana xwe bidin xebitandin.

Serokê Odeya Bazirganî ya Helebce ya Iraqê di hevpeyvînekê de digel IranPress, diyar kir ku Îran di warê berhemanîna zad û çandiniyê de xwediyê kapasîteyên baş e ku bazirganên Iraqî bi taybetî bazirganên Helebce dikarin wan berheman bikar bînin û îstifadeyê ji wan bikin.

"Pêşwa Ehmed Mehmûd" hêvî kir ku bi îmzekirina têgihiştinnamê di navbera bazirganên Helebçê û bazirganên Kirmanşanê de, hevkariya aborî ya di navbera her du aliyan de berfireh bibe.

Serepeyv