Çile 28, 2021 16:58 Asia/Tehran
  • Destûra bikaranîna awarte ya waksena Sputnik V ya Rûsiyê li Îranê hat dayîn

Serokê Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiyê ya Îranê qala dayîna destûra bikaranîna awarte ya waksena rûsî ya Koronayê li welêt kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Kiyanûş Cehanpûr, Serokê Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiyê ya Îranê roja Pêncçemiyê got: Di civîna bîst û çarem a Komîsiyona qanûnî ya Têderxistinê (Hêjatiya çêkirin û derkirrîna derman û madeyên biyolojîk)  a Rêxistina Derman û Xwarekê da, destûra bikaranîna awarte ya Waksena Sputnik V berhema Kompaniya Gamaliya ya Rûsiyê di forma mehlûla cemidî (firîzbûyî) û Viyalên yekdoz û pêncdoz li Îranê hat dayîn.

Serokê Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiyê ya Îranê got: Pêvajoya vekolandina waksenên din ji Hind, Çîn, Rûsiye û hwd hema wisa didome.

Seîd Nemekî, Wezîrê Tendurustiyê yê Îranî roja Çarşemiyê derbarê dawîn rwşa waksena Koronayê got: Em di warê tomarkirina waksena Koronayê ji çar çavkaniyên girîng ên cîhanê ku çavkaniyek ewropî, çavkaniyek ji Çînê û çêkerek li Rûsiyê û du kompanî jî li Hindê ne, kar dikin.

 

Serepeyv