Heta îro 28ê Çileya 2021ê - Derdora miliyonek û 190 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Çile 28, 2021 14:33 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 398 hezar û 841 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 189 hezar û 975 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6527 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 398 hezar û 841 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 85 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 57 hezar û 736 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 101 miliyon kesî.