Berteka Xetîbzade li hemberî desteserkirina keştiya petrolê: Em li benda lêzanînên zêdetir ji aliyê Endonizyayê va ne
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî desteserkirina keştiya petrolê ya Îranê ji aliyê Ajansa ewlehiya deryageriyê ya Endonizyayê, got: Me hin agahiyên dijhev di vî warî da wergirtin, lê em li benda wergirtina lêzanînên zêdetir ji aliyê Endonizyayê va ne.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro Duşemiyê di civîna xwe ya hefteyî da wek bersiva pirsa nûçegihanê IRAN Pressê derbarê kiryarên Wezareta karên derve derbarê desteserkirina keştiya petrolê ya Îranê ji aliyê Endonizyayê va got: Ev mijar teknîkî ye û di keştîdariyê da ev babet hene, kompaniya benderan di dû hegera vê mijarê û çareserkirina wê û balyozxnaeya Îranê li Cakartayê û Wezareta karên derve mijarê dişopînin.
Xetîbzade her wiha wek bersiva pirsekê derbarê alûgorên navçeyî û Erebistana Siûdî destnîşan kir: Helwêsta me derheqê hemî cînaran yekssan e.
Wî tevî amajeya bi plana aştiya Hormuzê ya Îranê jî got: Em li dû çarçoveke hevkariya navçeyî ne, ez difikirim ev çarçov baştirîn rêkar jibo eyarkriina pêwendiyan e.
Xetîbzade her wiha got: Eger Erebistan di rastiyê da ji vê geroneka batil a tundiyê û hevkariya digel welatên derveyî navçeyî dûr bibe, hemêza Îranê jibo Erebistanê vekirî ye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Em nikarin bibînin gelê Yemenê tê bombebarankirin an Ensarullahê dixin nav lîsteya terorîst a xwebinavkirî ya Amerîkayê û di eynî demê da bibihîzin ku Erebistan li dû gotûbêjên navçeyî ye.
Xetîbzade derbarê êrîşên terorîstî yên vê dawiyê li Iraqê jî got: Teqez koma terorîsmê di zêdegaviyên fikrî da ye û wer xuya dike cîhaneke sêyem heye ku dixwaze ji ava şêlo li navçeyê masiyan bigire; Teqez Komara Îslamî li kêleka hevpeymanên xwe rê nade ku DAIŞ careke din xwe li navçeyê rêxistin bike.