Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê: Tevahiya tevgerên dijmion bi diqet û hestiyariya zêdetir tên şopandin
Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê got: Navçeya pedafendî ya başûrê rojhilatê Îranê nuqteyeke stratejîk û hestyar a pedafendî di şebekeya yekparçe ya pedafendê da ye û tevahiya tevgerên dijmin bi diqet û hestoyariyeke zêdetir ji berê tên şopandin.
Li gorî rapora beşa pêwendiyên gelemperî ya Artêşê, Emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê roja Duşemiyê bi amadebûna li koma pedafenda asimanî ya şehîd Ismayîliyan a Bendera Lingeyê, tevî seredana beşên cûrbecûr ên vê koma pedafendî û sê giravên îranî, amadetiya cengî û şiyana operasiyonî ya vê yekîneyê nirxand.
Di vê seredanê da emîr sertîp Muhemedreza Zêynalî fermandarê navçeya pedafenda asimanî ya başûrê rojhilat (şehîdên Kendava Farsê) û emîr deryadarê duyem Arya Şefeqet Rûdserî payeberzê leşkerî yê artêşê li parêzgeha Hormuzganê, hevrêtiya Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê kirin.