Peyama Sersaxiyê ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey koça dawî ya hucet ul-islam wel muslimîn Elewiyê Sebziwarî
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê ji ber koça daw ya alimê parsa û xweparêz Hucet ul-islam wel-muslimîn Elewiyê Sebziwarî sersaxî da.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyamekê da ku roja Şemiyê hat weşandin, tevî sersaxîdana ji ber koça dawî ya Hucet ul-islam wel-muslimîn Seyid Muhemedhesen Elewiyê Sebziwarî (re) li binemala hêja û yên mayî û hogirên wî û tevahiya gelê Sebziwarê, ragihand: Hevrêtiya wî alimê rebanî di digel hereketa têkoşeran di serdema rejîma taxûtî û di gel çalakiyên înqilabî di serdema Komara Îslamî da, heseneyeke binirx di hesabên Xwedê û qedrzaniyên gelanî ye.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha di vê peyamê da ji Xwedê rehmet û lêborîn jibo Hucet ul-islam wel-muslimîn Seyid Muhemedhesen Elewiyê Sebziwarî daxwaz kir.
Hucet ul-islam wel-muslimîn Seyid Muhemedhesen Elewiyê Sebziwarî ji rûhaniyên nasyar ên serdema têkoşîna Înqilaba Îslamî li şaristana Sebziwarê, piştî bi salan têkoşîn û teblîxa dînê mubîn ê Îslamê Çarşemiya bihurî ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Hucet ul-islam wel-muslimîn Seyid Muhemedhesen Elewiyê Sebziwarî ji pêşengên bizava Îmam Xumeynî (re) Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê û birêvebirina têkoşînên înqilabî li Sebziwarê bû.