Rûhanî: Waşîngton roja sundxwarina Biden bû baregeheke leşkerî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, tekez kir ku îro roja bidawîhatina rêveberiya bêbext a "Donald Trump" e û di dewamê de got: Waşîngton di roja sondxwarina serokê nû yê Amerîkayê de bûye baregeheke leşkerî.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, roja Çarşemê, di civîna wezîran de, tecrîdkirina siyasî ya Amerîkayê wekî mîrateyek mayî ji hêla Trump ve da zanîn û got: Roja îro Amerîkayê, bi siyaseta xelet a Trump di siyaseta derve de, di warê rêxistinên navneteweyî û Fîlîstînê û di warê Lihevkirina Navokî û gelek meselên din ên navneteweyî de bi têne maye.
Rûhanî diyar kir ku ducemserîbûna civaka Amerîkayê mîrata xerab û reş a Trump e û got: Di temamê 4 salên deshilata Trumpê ji bilî zilm, gendelî û afirandina pirsgirêkan ji bo gelê Amerîkayê û cîhanê ti encameke din tinebû.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, amaje bi terorîzma dewletî ya Amerîkayê kir û destnîşan kir ku serokkomarê Amerîkayê bi zelalî diyar kir ku wî serfermandarê leşkerî yê payebilind ku li welatek din mêvan bû teror kiriye bi vî rengî muhra terora dewletî li eniya Amerîkayê xist.
Rûhanî îşaret bi rêveberiya nû ya Amerîkayê û hewcedariya rakirina cezayên li dijî gelê Îranê kir û got ku heke Amerîkî fermanekê bidin li hemberî wê Îran jî fermaneke wiha dide.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir îro ji gelên Îranê û hemî cîhanê re eşkere ye ku siyaseta terorîzma aborî û zexta herî zêde, sedî sed têk çûye û got ku gelê Îranê, bi berxwedan û rawestanê, nehêşt armancên dijminan pêk werin.