Çile 19, 2021 09:49 Asia/Tehran
  • Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê dest pê bû

Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê li perravên Mukranê dst pê bû.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê roja Sêşemiyê bi beşdariya tîpên Hewabord, hêzên taybet, lezbertek û piştevaniya Hêza asimanî û bi awayê berfireh Hwanîrûza artêşa Komara Îslamî ya Îranê li perravên MUkranê dest pê bû.

Duh Emîr sertîp Kiyomers Heyderî, Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê roja Duşemiyê bi gotina vêya ku ev şerezmûneke biarmanc û taybert li dar dixe, got: Şerezmûna Iqtidara 99 ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê bi amadebûna tîma 55 a Hewabord, Tîma 65 a Hêza Taybet, Tîpa 223 ya Lezbertek û bi piştgiirya veguhestin û cengî ya Hêza asimanî û Hewanîrûz a Artêşa Îranê dê li perravên Mukranê were lidarxistin.

Sertîp Heyderî tevî pêgiriya li ser vêya ku armanc û taybetmendiyên vê şerezmûnê bêhempa ne, got: Hemî rêbazên bikarhatî di vê şerezmûnê da dê hevedudanî, xwecihî û afirînerane bin ku li gorî nijyar û pêkhateyên nû yên Hêza bejahiyê ya Artêşa Îranê huviyetê peyda dike.

Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Îranê her wiha got: Tomarkirina rekorê di tevgera bilez û bersivdana bilez û qahêm li hemberî gefan ji armancên pêşbînîkirî di vê şerezmûnê da ne; Her wiha di vê şerezmûnê da rêbazên nûjen û afirînerane yên xwecihî bi mebesta zêdekirina şiyana pêşdaçûn û êrîşa berfireh a yekîneyên lezbertek û herikbar ên hucûmî, di perravên dijmin da cih tên.

Sertîp Heyderî got: Operasiyona herikbar a asimanî, operasiyona pêşdaçûna li ser erdê û hereketa ber bi armancên deryayî yên dijmin ji bernameyên din ên vê şerezmûnê ne.

Serepeyv