Li Îranê Koronayê canê 86 kesên din jî stand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i323279-li_Îranê_koronayê_canê_86_kesên_din_jî_stand
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 86 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 56 hezar û 803 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2021 15:50 Asia/Tehran
  • Li Îranê Koronayê canê 86 kesên din jî stand

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 86 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 56 hezar û 803 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro yekşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 6 hezar û 16 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 631 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 330 hezar û 411 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 119 hezar û 137 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.