Pêgiriya Rûhanî li ser dewama berçavgirtina destûrkarên têkoşîna dijî Koronayê
Serokê Komara Îsêamî ya Îranê li ser pêwîstiya dewama berçavgritina destûrkarên paqijî û tendurustiyê yên têkoşîna dijî Koronayê pêgirî kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îsêamî ya Îranê roja Şemiyê di civîna erkantiya neteweyî ya Têkoşîan dijî Koronayê bi gotina vîya ku kêmbûna pêvajoya tûşbûn û mirina ji ber Koronayê encama berçavgirtina destûrkarên tendurustiyê û hevkairya gel tev kadroya dermên e, got: Dewama berçavgirtina destûrkarên tendurustiyê roleke girîng di kontrolkirina nexweşiya Koronayê heye.
Rûhanî her wiha got: Pîvana çalakiya di warên cûrbecûr da berçavgirtina destûrkar û pesendnameyên Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê ye.
Di rojên dawî da û bi sepandina sînordariyan û cihanîna bernameya neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê bi navê Bernameya Şehîd Silêmanî pêvajoya tûşbûn û mirina ji ber nexweşiya Koronayê li Îranêber bi kêmbûnê va çûye.