Çile 14, 2021 15:08 Asia/Tehran
  • Heta îro 14ê Çileya 2021ê - Derdora miliyonek û 102 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 311 hezar û 810 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 101 hezar û 599 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6471 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 311 hezar û 810 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 93 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 56 hezar û 538 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 93 miliyon kesî.

Amerîka bi zêde ji 24 miliyon tûşbûyiyên bi Koronayê û 393 hezar miriyan hema wisa di pileya yekem a cîhanê da ye.

 

 

Serepeyv