Çile 13, 2021 21:59 Asia/Tehran
  • Zerîf radigihîne: Em mehkûmkirina Amerîkayê ji riya raporterê taybetî yê NY li ser kuştinên bê daraz dişopînin

Wezîrê karên derve yê Îranê got ku wezareta derve li pey mehkûmkirina Amerîkayê ji aliyê raporterê taybetî yê NY li ser kuştinên bê daraz e.

Li gorî IRNA, wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf roja çarşemiyê li civata encûmena diyarkirina siyasetê ya konferansa navneteweyî ya dozên yasayî û navneteweyî li Tehran, bal kişand ser şopandina Wezareta Derve ya Îranê jibo mehkûmkirina Amerîkayê ji riya Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li ser kuştinên bê daraz û got: Cihê şopandina qanûnî û huqûqî ya terorkirina şehîd serdar Qasim Sulêmanî û hevalên wî dadgehên Îran û Iraqê ne.

Zerîf bi bîr xistina daxuyaniya ku ji aliye Konseya Dadweriya Bilind a Iraqe ve li ser girtina Serokomarê Amerikaye Donald Trump ji ber terorkirina fermandarên berxwedanê yên şehid hat dayin wiha got: "Ev hukim ji aliye Wezareta Karên Derve ve gelek hat şopandin da ku dadgeha Iraqê ew hukim derxist. "

Serepeyv