Rûhanî: Dawiya rêveberiya Trump nîşan da ku zordarî û zorbêjiyê dawiya xwe ya xweş tine
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bidawîbûna rêvebiriya "Donald Trump" li Amerîkayê ya bi şerm û rûreşî nîşan da ku zorbêjî, zordarî, nîjadperestî û binpêkirina qanûnan dê dawiya xwe ya baş û xweş tuneye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro çarîemê di civîna desteya dewletê salvegera revîna Şehê jinavçûyî yê Îranê (16ê Çile 1979) bi bîr xist û bûyera dawiya rêveberiya hikûmeta Trump li Amerîkayê şibihand dawiya hikûmeta Şah li Îranê û got: Revîna Şahê Îranê yê jinavçûyî sembolek ji bo riswatî û dawiya dîktatorî û koloniyalîzma biyanî li Îranê bû û roja îro jî cîhan şahidê diyardeyek bêhempa ya hilweşîna dîktatorekî din e li Amerîkayê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku di sê salên borî de, gelê bi sebir û hedar ê Îranê li hember hukûmeta terorîstî ya Amerîkayê li berxwe da û got: "Van rojan ne dawiya hikûmetekê ye lê têkçûna siyasetekê ye yanî têkçûna siyaseta " zexta herî zêde "dijî neteweya mezin a Îranê ye.
Rûhanî herwiha got: "Di dawiya sê salên şerê aborî, şîdet û kiryarên terorîstî de, rewşa aboriya Îranê baştir bûye û tevî hemî zextan û vîrusa koronayê jî aboriya welêt ber bi pêvajoya erênî ve diçe."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Siyaseta Amerîkayê ya zexta herî zêde û terorîzma aborî bi sşikestîn têkçûna hetmî û vebir re rûbirû bû û plansazên vê siyasetê jî berbi jêr û roxandinê diçin.