Çile 13, 2021 07:52 Asia/Tehran
  • Xetîbzade xîtabî Pompeo: Hêrs bibe û ji vê hêrsê bimire

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bertek nîşanî tweetên roja sêşemê ên wezîrê derve yê Amerîkayê da û ew ji ber hêrsbûna hîsterîk a wî di dawiya deshilata wî ya bi serşûrî û bi şermezarî li ser wezareta derve a Amerîkayê, herwiha bê encamiya bi serşûrî a siyaseta zexta herî zêde ser Îranê da zanîn û xetabî wî got: Hêrs bibe û ji vê hêrsê bimire.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê "Seîd Xetîbzade" îşev (Sêşem) di bersiva tweetên duh yên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de,  ew ji ber hêrsa histerîk a wî di dawiya erkê wî yê skandal û bi serşûrî de wek wezîrê karên derve, herwiha ji ber têkçûna siyaseta zexta herî zêde da zanîn.

"Pompeo berêvara Sêşemê, bi dema Tehranê, di zincîre tweetên xwe da rexne li Îranê kir û nivîsî:" Li Îranê peydakirina kesek hêj nerm ku bixwaze têkilîyên bi Amerîkayê re normal bike pir dijwar e. "

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê di twîteke xwe ya din de nivîsî: Pisporên siyaseta derve yên Amerîkî hertim li hundurê Îranê li kesên nerm digerin ku bixwazin pêwendiyan digel Amerîkayê asayî bikin, lê rastî ev e ku dîtina kesek wisa pir dijwar e.

Serepeyv