Çile 10, 2021 21:36 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Rejîma trump karesaet jibo cîhanê û zorbêjekî şerxwaz dijî gelê Îranê bû

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê Rejîma Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê wek karesatek jibo cîhanê da zanîn.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Yekşemiyê di twitterê da nivîsî: "Rejîma Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê wek karesatek jibo cîhanê".

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha nivîsî: Donald Trump hema bêje çûye, lê mîrasa wî ya jehrî bi cih maye, ji ber ku hinek ji rexnekirên (îdiaker) ên dijî wî li Yekîtiya Ewropayê niha daxwaza bikaranîna mîrasa wî ya jehrî jibo tirsandina Îranê dikin; Durûtî di teorî û pratîkê da!

 

Serepeyv