Çile 10, 2021 18:36 Asia/Tehran
  • Rawestandina Protokola Zêdekî; Pêngava din a Îranê li hemberî qusûriya aliyên Peymana Navokî

Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got, Heke boykotên dijî Têhranê neyên rakirin, di pêngava din da dê cihanîna xwebexş a Protokola Zêdekî were rawestandin.

Ebulfezl Emûyî, Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di gotûbêja bi IRAN Pressê ra derbarê girîngiya betalkirina boykotan beriya vegeriyana Amerîkayê bo nav Peymana Navokî, got: Li gorî Xala 6an ji Qanûna Kiryara Stratejîk jibo rakirina boykotan, heke welatên 4+1 (Fransa, Rûsiye, Çîn, Inglîs û Almanya), sozên xwe cih neynin, piştî du mehan ji pêwîstbûna cihanîna vê qanûnê, dê cihanîna xwebexş a Protokola Zêdekî were rawestandin.

Emûyî bi gotina vêya ku Îranê di pêngava yekem  a qanûna Kiryara Stratejîk jibo rakirina boykotan, meyandina Uraniyûmê heta sedî 20 xistiye rojeva xwe, got: Çalakiyên aştiyan eyên navokî yên Îranê ketine ber seredanên herî pirr û zdêe ji sedî 23ê gişt seredanên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî Îranê digire ber xwe.

Wî got: Heke hema wisa boykot bimînin û Îran jibo ticareta xwe ya derveyî tûşî kêşeyê bibe, cihanîna seredanan li gorî Protokola Zêdekî jî dê were rawestandin.

 

 

Serepeyv