Heta 10ê Çileya 2021ê - Derdora miliyonek û 75 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 286 hezar û 406 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 74 hezar û 887 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 5968 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 286 hezar û 406 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 71 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 56 hezar û 171 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 90 miliyon kesî.
Amerîka bi zêde ji 23 miliyon tûşbûyiyên bi Koronayê û 381 hezar miriyan hema wisa di pileya yekem a cîhanê da ye.