Ji duh heta îro 8ê Çileya 2020î - Koronayê canê 85 kesên din li Îranê stand
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 274 hezar û 514 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 58 hezar û 654 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6251 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 274 hezar û 514 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 85 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 56 hezar û 18 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 88 miliyon kesî.
Amerîka bi zêde ji 22 miliyon tûşbûyiyên bi Koronayê û 374 hezar miriyan hema wisa di pileya yekem a cîhanê da ye.