Li Îranê Koronayê canê 103 kesên din jî stand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322977-li_Îranê_koronayê_canê_103_kesên_din_jî_stand
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 103 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 55 hezar û 933 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2021 21:04 Asia/Tehran
  • Li Îranê Koronayê canê 103 kesên din jî stand

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 103 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 55 hezar û 933 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro pêncşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 6 hezar û 360 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 752 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 268  hezar û 263 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 50 hezar û 553 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.