Xetîbzade: Şandeya Koreya Başûr li Tehranê ye ji bo muzakireya ser meselên darayî
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade karê sereke ya Şandeya Koreya Başûr li Tehranê muzakireya derbarê şêwaza azadkirina perê Îranê yê blûkebûyî li Koreya başûr e.
"Seîd Xetîbzade" berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Pêncşemiyê bi şev di bersiva pirsê nûçegihanek derheqê seredana şandek ji Koreya Başûr bo Îranê got: "Heyeta ku gihêşte Tehranê beşek ji şanda Cîgirê Wezîrê Derve yê Koreya Başûr e ku roja yekşemê wê sefera Îranê bike.
Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê ragihand: Serdana şandeya Koreya Başûr bo Tehranê berî desteserkirina keştiya Koreyî ya tawanbar hatibû lihev kirin.
Li gorî bankên Koreya Başûr, 9.2 mîlyar dolar hebûnên Îranê yên li bankên Koreya Başûr ji ber cezayên dijwar ên Amerîkayê hatine cemidandin.
Xetîbzade derbarê keştiya trawestandî ya Koreya Başûr li kendava Farsê gotibû:Pirsgirêka keştiya Koreyî bi tenê teknîkî ye û Komara Îslamî ya Îranê, wekî hemî welatan, bi tevahî li hember parastina jîngeha behrê hesas e û li gorî qanûnê li hember binpêkirinan tev digere.