Sertîp Hacîzade: Armanca Amerîkayê parçekirina welatên navçeyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322875-sertîp_hacîzade_armanca_amerîkayê_parçekirina_welatên_navçeyê_ye
Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku amerîkî dixwazin welatên navçeya Rojavayê Asyayê bêyî artêş û hêzên çekdar bin, got: Armanca Amerîkayê parçekirina welatên navçeyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2021 14:09 Asia/Tehran
  • Sertîp Hacîzade: Armanca Amerîkayê parçekirina welatên navçeyê ye

Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku amerîkî dixwazin welatên navçeya Rojavayê Asyayê bêyî artêş û hêzên çekdar bin, got: Armanca Amerîkayê parçekirina welatên navçeyê ye.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Sepah Newsê, Serdar sertîp Emîr Elî Hacîzade, Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di rêûrisma Rêzgirtina salvegera serdar sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê şehîd ê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li Zanîngeha Efserî û Perwerdekirina Pasdarî ya Îmam Husên (S) li Têhranê, got: Amerîka stratejî û senaryoyên xwe bi armanca serdestiya li navçeyê plan darêştine.

Sertîp Hacîzade her wiha got: Di şerê cîhanîyê 8 salî da, Îranê li nav sînorên xwe digel rejîma Beis a Iraqê şer dikir ku di rastiyê da nûnerê 123 welatan bû û ji aliyê hêzxurtên Rojava û Rojhilat va dihat piştgirîkirin.

Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha tevî eşareta bi têkoşîna şehîd Silêmanî dijî têrorîstên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, destnîşan kir: Roja îro ji ber mêrxasiyên Hac Qasim Silêmanî û şehîdên berevanê Heremê, vîn û gotina Înqilaba Îslamî û Berxwedanê ji Deryaya Sipî heta Deryaya Sor kiriye bin bandorê.