Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ber meytê Ayetullah Misbahê Yezdî nimêj xwend
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ber meytê Ayetullah Muhemedteqî Misbahê Yezdî nimêj xwend.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li kêleka meytê Ayetullah Muhemedteqî Misbahê Yezdî, tevî xwendina nimêjê û fatiheyê xatir ji wî birayê qedîmî û têkoşer xwest.
Her wiha Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Şemiyê bi peyamekê tevî sersaxîdana ji ber koça dawî ya ayetullah Muhemedteqî Misbahê Yezdî bo binemala hêja û şagird û hogirên vî mielimê mezin, ragihand: Ew ramanwerekî mezin, rêveberekî hêja, xwedan zimanekî zelal di gotina heq û piyekî berxwedêr di riya rast da bû. Hezretê ayetullah xamineyî ragihand: Xizmetên ayetullah Misbahê Yezdî di berhemanîna ramana dînî û nivîsîna pirtûkên rêveker û perwerdekirina şagirtên bijare û bibandor, di amadebûna înqilabî û di hemî meydanên ku hewcetî bi hebûna wî dihat hestkirin, bi heq û însaf kêm mînak e.
Ayetullah "Muhemed Teqî Misbah Yezdî", endamê Civata Pisporên Rêberiyê û serokê Enstîtuya Perwerde û Lêkolînê ya Îmam Xumeynî (RE) êvara Înê piştî çend rojan razana li nexweşxanê, xatirê xwe ji vê dunyayê fanî xwest.
Rêûrisma oxirkirin û xatirxwestina gelê Têhranê ji meytê Ayetullah Muhemedteqî Misbahê Yezdî li tirba Hezretê Ebdulezîmê Hesenî (S) îro Şemiyê bi berçavgirtina rêzikên tendurustiyê hat lidarxistin.
Meytê rehmetî A endamê berê yê Civata Şarezayên Rêbertiyê piştî tewafdana li tirba paqij a Îmam Reza (S) dê jibo oxirkirin û binaxkirinê di roja Duşemiyê da bo Qumê were veguhestin.