Kanûn 28, 2020 23:42 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran amade ye ku bi Ermenistanê re hevkariyê berfireh bike

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê amade ye ku di serdema nû de hevkariyên aborî digel Ermenistanê berfireh bike.

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro Duşemê di hevpeyvînek têlefonî digel Wezirê Derve yê Ermenistanê Ara Ayvazian de got ku ew ji ber şerê vê dawîyê yê di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li herêma nakokî ya Qerebax heyf û mixabiniya xwe diyar dike û sersaxî ji malbatên kesên kuştî re dixwaze. Wî di dewamê li ser helwêsta Komara Îslamî ya Îranê di derheqê bêguhertin mayîna tixûbên navneteweyî û hesasiyeta Tehranê ya di vî warî de tekez kir.

Zerîf bidawîhatina aştîyane ya pirsgirêka Qerebaxê di encama hevkariya çend alî yên navçê zanî û kêfxweşiya xwe ji ber berfirehkirina hevkariya aborî di navbên sektora xusûsî ya Îran û Ermenistanê de diyar kir.

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Ermenistanê di derbarê geşedanên dawîn ên li herêmê û hevkariya dualî de jî nêrînên xwe dan hev.

Serepeyv