Baqirî Kenî ragihand: Nasnameya 48 bersûcên doza şehîd Sulêmanî
Sekreterê Navenda Mafên Mirovan a Dadweriya Îranê got: Di derheqê doza General şehîd "Qasim Sulêmanî" de, 48 tawanbar hatin destnîşankirin û ji bo dadgehîkirina wan tedbîrên pêwîst hatine girtin.
Li gorî IRNA, "Elî Baqirî Kenî", sekreterê Erkantiya Mafên Mirovan ya Dadweriya Îranê, îro Duşemê got: "Welatên ku bi rengekî beşdarî terorkirina Serdar Sulêmanî bûn ji wan hate xwestin agahdarî û belgeyan pêşkêşî dezgeha dadweriya Îranê bikin." .
Baqirî Kenî diyar kir: "Li gorî nûçe û agahdariyên bi dest ketî, bingeha Amerîkî (Rammstein) li Almanya beşdarî pevguhertina agahiyan di navbera balafirên bêpîlot ên Amerîkî de bû ku di terorkirina şehîd Sulêmanî de beşdar bûn."
General Qasim Sulêmanî, fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û Ebû Mehdî el-Muhendis, cîgirê serokê Hêzên Seferberiya Gel ya Iraqê (El-Hasşd el-Şebî), digel heşt kesên din, di 3 Çile, 2020 de, di êrîşek asmanî ya hêzên Amerîkayê û terorîstan de li nêzê balafirgeha Bexda li Iraqê şehîd bûn.