Ji duh heta Îro 27ê Kanûnê; 119 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan
Kanûn 27, 2020 15:50 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 200 hezar û 465 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 951 hezar û 860 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 5500 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 200 hezar û 465 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 119 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 54 hezar û 693 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 80 miliyon kesî.