Li Îranê Koronayê canê 152 kesên din jî stand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322567-li_Îranê_koronayê_canê_152_kesên_din_jî_stand
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 152 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 54 hezar û 308 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2020 20:27 Asia/Tehran
  • Li Îranê Koronayê canê 152  kesên din jî stand

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 152 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 54 hezar û 308 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro pêncşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 6 hezar û 178 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 924 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 183  hezar û 182 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha 924 hezar û 685 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 77 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 700 hezar kesan can dane û nêzîkî 53 milyonkes jî baş bûne.