Kanûn 24, 2020 19:15 Asia/Tehran
  • Berteka Zerîf li hemberê gotinên nerast ên Trump

Wezîrê Derve yê Îranê xîtabî Serokomarê Amerîkayê got: "Danîna hemwelatiyên Amerîkî di rewşek metirsîdar a li derveyî welêt de bala ti kesî ji ser têkçûnên karesatî yên nav welêt naxalifîne."

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewa Zerîf serê sibê ya roja Pêncşemê li peyameke xwe ya ser twîtterê xetabî Serokê Amerîkî Donald Trump çend tweetên ku Trump, Serokomarê berê yê Amerîkayê Barack Obama tawanbar kiribû ku hewl dide êrîşî Îranê bike.

Trump di twîtekê ya sala 2012-an a xetabî Komarîxwazan, ragihand: "Nehêlin ku Obama karta Îranê bikar bîne da ku şer nû bide despêkirin da ku di hilbijartinê de biserkeve, divê Komarî! baldar bibin.

Trump di sala 2011-an de di twîteke din de nivîsîbû: Obama ji bo ku di hilbijartinê de biserkeve dê bi Îranê re şer dest pê bike .
Di vê navberê de, Zerîf hin rojên bi kuşt û mir li Amerîkayê  ji ber karesatek taybetî di dîroka 100 salên vê dawî de, eşkera kirin. 

Anagorî vê yekê rojên nehemîn, dehemîn û şazdehemîn ên Kanûna 2020-an di 100 salên dawîn de li Amerîkayê di pileyên yekem heya sêyêm ên rojên herî bi mirinan de cih girtin û di her yek ji van rojana herî kêm 3,000 kesan zêdetir can dane..

Serepeyv