Riyên çareserkirina pirgirêkên aborî di Civîna Serokên sê saziyên welêt da hatin vekolandin
Çawaniya cihanîna rênîşandanên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê rêkarên çareserkirina pirsgirêkên aborî di civîna pêncî û pêncan a Konseya bilind a Hevahengiya aborî navebra serokên sê saziyên Komara Îslamî ya Îranê hat vekolandin.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî vê dawiyê di hevdîtina serokên sê saziyên Îranê da tevî amajeya bi çar mihwerên lazim jibo abora welêt, yanî çareserkirina pirsgirêka kêmbûna mûçeyê, zêdekirina sermiyandanînê, pêşdeavêtina Mberhemanînê û piştgiriya ji çîn û qatên lawaz, ragihand: Divê bi hewildana ciddî û hewildana berdewam a berpirsan, bandora cihanîna rêkarên pratîkî di jiyana gel da were diyarkirin.
Hesen Rûhanî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di civîna Konseya bilind a Hevahengiya aborî ya Serokên sê saziyên welêt da got: Derbarê kiryarên destnîşankirî ji aliyê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî jibo piştgiriya ji çîn û qatên kêmderhat, weke belaşbûna av, elektrîk û gazê jibo çînên lawaz ên civakê, dewletê hin kiryar cih anîne ku dikare ji billî alîkariya bo çîn û qatên lawaz ên civakî bibe sebeba reforma mesrefkirinê li welêt.
Seyid Îbrahîm Reîsî, Serokê Saziya Dadweriyê ya îranê jî di civîna Konseya bilind a Hevahengiya aborî ya Serokên sê saziyên welêt da tevî amajeya bi kiryara erênî ya serokomêr jibo ragihandina destûrên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bo saziyên cihanînê yên welêt, got: Pêkanîna rêbaz û sazûkarekê jibo şopandina cihanîna pesendnameyên Konseya bilind a Hevahengiya aborî, dikare jibo lezandin û bandora biryaran bibandor be.
Muhemed Baqir Qalîbaf, Seerokê Meclîsa Şêwraya Îslêamî ya Îranê jî tevî gotina vêya ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hertim li ser hevahengiya Serokên sê saziyan pêgirî kiriye, bi bîr xist: Mînaka berbiçav a vê hevkariyê, alîkariyên piştgiriyê jibo gel e ku bi hevkariya dewlet û meclîsê gihîşte encamê.
Qalîbaf tevî pêgiriya li ser alîkariya hemî beşên welêt bo dewletê di rewşa dijwar a niha da, got: Konseya bilind a aborî ya Serokên saziyan dikare bi dayîna biryarên bibandor jibo baştirbûna karan alîkar be.