Zengene gihîşte Rûsiyê
Bîjen Namdar Zengene, Wezîrê Neftê yê Komara Îslamî ya Îranê Yekşemiyê bi şev di serê desteyekê da jibo hevdîtin û şêwirîna digel rayedarên Rûsiyê, derbasî Moskoyê bû.
Li gorî rapora IRNAyê, Bîjen Namdar Zengene di dema gihîştina bo balefirgeha Moskoyê ji aliyê çend rayedarên ûris û Kazim Celalî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Rûsiyê va hat pêşwazîkirin.
Zengene biryar e ku roja Duşemiyê li Moskoyê digel Elêksandr Novak, Alîkarê serokwezîr û Nîkolay Şolgînov Wezîrê Enêrjiyê yê Rûsiyê derbarê rewşa herî dawî ya hevkariyên du welatan di warê Enêjiyê û asoya bazarên neftê yên cîhanê biaxive.
Rûsiyê endamekî "OPEC+" ye.
Wezîrênm Neft û Enêrjiyê yên berhemênerên endam û ne-endam ên OPEC'ê nasyar bi Hevpeymaniya OPEC+ vê dawiyê biryar dan ku lihevkirina kêmkirina berhemîna nefta xwe di Çileya 2021ê da bi qasî rojê 500 hezar bermîlê hêsan bikin û jibo vekolandina hevsengiya zêdetir di mehên tê da civînên mehane li dar xînin.