Kanûn 20, 2020 18:52 Asia/Tehran
  • Li Îranê Koronayê canê 177 kesên din jî stand

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 177 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê heya niha can dane gihêşte 53 hezar û 625 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro yekşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 6 hezar û 312 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 805 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.

Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 158  hezar û 384 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha 885 hezar û 54 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 76 milyon û 703 hezar kesan derbas bûye ku ji wan milyonek û 693 hezar kesan can dane û 53 milyon û 23 hezar kes jî baş bûne.

Serepeyv