Ji duh heta Îro 17ê Kanûnê; 212 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan
Kanûn 17, 2020 15:34 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 138 hezar û 530 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 856 hezar û 513 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7453 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 138 hezar û 530 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 212 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 53 hezar û 95 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 74 miliyon kesî.