Kanûn 16, 2020 20:02 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Îran îro ji berê bihêztir e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran roja îro ji berê bihêztir û karatir e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, roja Çarşemiyê li civata wezîran, tekez kir ku Îran dixwaze aştî, aramî û ewlehî li cîhanê damezire û dixwaze danûstendina kêrhatî bi hemî welatên ku dixwazin riya danûstandin û hevhatinê hilbijêrin, hebe û got: Îran ji ber serketina Joe Biden li Amerîkayê ne di nav keyfxweşî û şayiyê ye, lê ew kêfxweş e ku kesê herî usyanger û qanûnbinpêker li vî welatî diçe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, diyar kir ku hin medyayên navxweyî yên di bin bandora medyaya satelîtê ya dijî Îranê de qala Lihevkirina Navokî û cûdahiya di navbera rewşa îro û 2015 de dikin û got: "Bê guman, rewşa îro ji ya wê salê cûda ye."

Rûhanî herwiha got: "Îran di sala 2015an de ku derbarê Lihevkirina Navokî danûstendin dikir bi şeş biryarnamên Civata Ewlekarî ya NY dijî Îranê re rûbirû bû, dema PMD (Berûlayên gengaz a Leşkerî ya Bernama Navokiya Îranê) bû hincetek jibo aliyan ku bi Îranê re danûstandin bikin ku ev astengî êdî nemaye."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Sala 2015, raya giştî ya cîhanê bi rengek hatibû serwextkirin ku heke Îran sozek bide, wê cih nayîne, lê di Peymana Navokî de, ev îsbat kir ku Îran, welatê herî pabend ê cîhanê ye; Ew bi diqet û dijwariyeke pêdivî muzakire dike, dema ku peymanek îmza kir ewê lê emekdar û pêbend bibe.

Serepeyv