Zêde ji 7 hezar kesên din li Îran bi Koronayê ketin û 213 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 213 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê heya niha can dane gihêşte 52 hezar û 883 kesan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro çarşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 7 hezar û 603 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan yek hezar û 157 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe.
Sîma Sadat Larî herwiha got: Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha li Îranê bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 131 hezar û 77 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha 844 hezar û 430 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 73 milyon û 903 hezar kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 644 hezar kesan can dane û nêzîkî 52 milyon kes jî baş bûne.
Li Amerîkayê heya niha 17 milyon û 143 hezar kes bi Koronayê ketine û herî kêm 311 hezar kesan jî can dane, ji babeta pêketiyên Koronayê û candayiyên ji ber vê vîrusê li cîhanê Amerîka di rêza yekem de ye.