Hevdîtina berpirsên lidarxistina mersima salvegera şehîd Sulêmanî bi Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî re
Di bereberê yekemîn salvegera şehadeta serdarê mezin ê Îslamê şehîd general Hac Qasim Sulêmanî, şehîd Ebû Mehdî el-Muhendis û komek ji rêhevalên wan şehîdên hêja, malbat û hejmarek ji karbidestên lidarxistina merasima salvegera şehadeta van serdarên şehîdên berxwedanê, vê sibehê bi Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî re civiyan.
Hûrguliyên vê civînê piştî ku ji aliyê bingeha ragihandinê ya Nivîsgeha Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî hat stendin dê were weşandin.
Serdar general Qasim Sulêmanî, fermandarê Hêza Quds a Aipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebû Mehdî el-Muhendis, cîgirê serokê Seferberiya Gel ya Iraqê (Heşda Şebî), digel heşt rêhevalên din, 3 Çile di êrîşek asmanî ya hêzên dagirker û terorîst ên Amerîkayê de li nêzîkê balafirgeha Bexdayê hatin şehîdkirin .