Kanûn 16, 2020 11:41 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Rojeva Komîsyona Hevbeş a îro ya Lihevlirina Navokî nirxandina pêvajoya cihanîna pêsparteyan e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Civîna Komisyona Hevbeş ya Lihevlirina Navokî yek ji civînên asayî ye jibo hilkolandin û nirxandina pêvajoya cihanîna pêsparteyên li gor lihevkirina hanê û rakirina astengên li ber bicihanîna vê peymanê ji alîyên muzakireyê re ye.

Li gorî Dayira giştî ya Ragihandinê û Berdevkiya Wezareta Karên Derve, Seîd Xetîbzade Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê , di bersiva pirsên nûçegihanan ên derbarê rojeva Komîsyona Hevbeş de ku biryar e îro li dar keve wiha got: "Ev civîn yek ji civînên asayî yên Komîsyona Hevbeş e. Alîkarên wezîrên derve û birêvebirên siyasî yên welatên ku Peymana Navokî îmzakirine her 3 mehan carekê dicivin ku pêvajoya cihanîna Lihevkirina Navokî û astengiyên li pêşiya bicihanîna vê peymanê ji hêla aliyên Peymana Navokî ve binirxînin.

Xetîbzade herwiha got: "Bi berçavgirtina rewşa vê demê ya pandemya Covid-19, ev civîn dê li gorî bernama diyarbûyî  mîna gelek civînên navneteweyî bi rengê vîdeo-konferansê dê li dar keve.
Civîna Komîsyona Hevbeş a Yekbûyî di asta cîgir û rêvebirên siyasî yên Wezareta Karên Derve ya koma 4 + 1, bi serokatiya Helga Schmid alîkara Sekreterê Giştî yê Karûbarên Derve ya Ewropa, dê îro (Çarşemî) were li dar xistin.
Seyd Ebas Araghchi, cîgirê sîyasî yê wezareta karên derve ya Îranê, dê serokatiya şandeya îranî di komisyona hevbeş ya Peymana Navokî bike.

Serepeyv