Zêde ji 7 hezar kesên din li Îran bi Koronayê ketin û 251 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro duşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê zêde ji 7 hezar kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 251 kesan jî ji ber vê vîrusê can dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 7 hezar û 501 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan yek hezar û 322 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 115 hezar û 770 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 251 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 52 hezar û 447 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 823 hezar û 231 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 72 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 620 hezar kesan can dane û nêzîkî 51 milyon kes jî baş bûne.