Rayedarekî parlimanî yê Îranê: "Erdoxan dîrokê nizane"
Alîkarê duyem ê Serokê Komîsiyna Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Erdoxên bi gotinên xwe îsbat kir ku ne dîrokê dizane û ne bi durustî helbest xwendiye, loma mijarek li wî hat dîktekirin ku ziyanê digihîne navçeyê.
Şehriyar Heyderî, Alîkarê duyem ê Serokê Komîsiyna Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di gotûbêja taybet digel IRAN Pressê da, derbarê gotinên vê dawiyê yên Receb Teyib Erdoxan, Serokomarê Tirkiyê û helbestxwendinê derbarê Çemê Arasê her wiha got: Erdoxan li dû çavkaniyên gaz û neftê yên resen li Qefqazê ye û ev helbest jî jibo xalifandina raya giştî ya gel û dewleta Komara Azerbaycanê hat xwendin.
Alîkarê duyem ê Serokê Komîsiyna Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Tirkiye bi salan plan dadirêje da ku derbasgehekê ava bike ku b iriya Deryaya Xezerê, gaza Tirkmenistanê bi riya Komara Azerbaycanê û Gurcistanê û bi bihayeke giran bifiroşe Ewropayê.
Şehriyar Heyderî her wiha got: Gelê Azerbaycana Îranê di heyama dîrokê da hertim pêşengê çand û şaristaniyet û siyaseta Îranê bûye û di serdema Berevaniya Pîroz (Şerê heştsalî yê Iraqê dijî Îranê) da jî selimaniye ku sozdarê Komara Îslamî ya Îranê ye.
Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê Pêncşemiya bihurî (10ê Kanûnê) di cejna serketina şerê Qerebaxê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê helbestek têkildarî Çemê Arazê xwend ku li dijî yekparçetiya axa Îranê tê zanîn.
Mewlûd Çawpûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê berêvara roja şemiyê di têkiliya telefonî digel Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê da, tevî pêgiriya li sser têkiliyên nêzik û dostane navbera du welatan û siyaseta teqil û tekûz a cînareta baş a Enqerê, piştrast kir ku Seerokomarê Tirkiyê rêzê li serwweriya neteweyî û yekparçetiya ax û welatê Îranê digire û derbarê hestyariyên derbarê helbesta xwendî jî haya wî tunebûye û ew tenê têkildarî Laçîn û Qerebaxê dizaniye û ji ber vê yekê di merasima Bakûyê da xwnediye.
Beriya vêya Weareta karên derve ya Îranê qala hazirkirina Balyozê Tirkiyê li Têhranê û ragihandina nerazîtiya tund a Komara Îslamî ya Îranê li dijî gotinên cudatîxwaziyê yên Erdoxên, daxwaza bersiva bilez a dewleta Tirkiyê di vî warî da kiribû.