Kanûn 13, 2020 15:59 Asia/Tehran
  • Ji duh heta Îro 13ê Kanûnê; 247 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 108 hezar û 269 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 812 hezar û 270 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7451 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 108 hezar û 269 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 247 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 52 hezar û 196 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 72 miliyon kesî.

 

Serepeyv