Kanûn 13, 2020 00:07 Asia/Tehran
  • Diyaloga di navbera Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkiyê de; Nezaniya Erdogan a ji hesasiyetên helbestê xwendî

Wezîrên Karên Derve yên Komara Îslamî ya Îran û Tirkiyê li ser girîngiya têkiliyên dostane yên di navbera her du welatan sekinîn.

Di axaftina têlefonê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf re roja şemiyê bi şev, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşolu tekez li ser têkiliyên nêzîk û dostane yên di navbera her du welatan û siyaseta cîrantiya baş a Enqerê kir.

Çavuşolu di dewamê de piştrast kir ku Serokomarê Tirkiyê rêzê li serweriya neteweyî û yekparebûna axa Îranê digire û haya wî ji hesasiyetên helbesta xwendî tunebû, ew tenê bi girêdana Laçîn û Qerebaxê ve dinirxîne û ji ber vê yekê jî ew di merasima Bakû de xwendiye.

Di vê pêwendiya têlefonê de, wezîrê karên derve yê Îranê tekezî li ser girîngiya têkiliyên dostane û rêzdar di navbera her du welatan de û her wiha têkiliyên dilsozane yên di navbera serokomarê Tirkiyê û karbidestên Komara Îslamî ya Îranê kir. 

Erdogan roja Pêncşemê ji bo beşdarî di merasîma leşkerî ya hêzên Komara Azerbaycanê de bi minasebeta rizgarkirina erdên bin kontrola Ermenistan çûbû Bakûyê û di vê merasîmê de ku Serokomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev jî beşdar bû, wî helbestek bi armanca cudaxwaziyê xwend, bêyî ku bizane armanca wê helbestên veqetîna bi zorê ya herêmên bakurê Arasê ji welatê wan a sereke anku Îranê ye.

Ev kiryara Erdogan ku ji bu xwefilitandina ji pirsgirkên navxweyî dest daniye ser provaksiyonên nijadperestî û şovonîstî, rastî bertekekên tund û  tûj ji aliyê karbidestên îranî û bikarhênerên îranî li fezaya  sayberî û tûrên civakî yên wekî Twitterê hat.

Serepeyv